Çavuşoglu: Em demografiya deverê naguherînin

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Italî Corriere della Sera de anî ziman, ku mebesta Tirkiye ya guherîna demografiyê li bakurê rojhilatê Sûriye nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Italî  Corriere della Sera de anî ziman, ku mebesta Tirkiye ya guherîna demografiyê li bakurê rojhilatê Sûriye nîn e.

Çavuşoglu liser pirsa rojnameya Corriere della Sera ya hewlên guhreîna demografiyê û armancên Tirkiye li bakurê rojhilatê Sûriye destnîşan kir, ku propagandayak nerast beramberî Tirkiye tê kirin û got: “Gelek propaganda tên kirin, ku Tirkiye dixwaze DAIŞ dîsa zindî bike, demografiya deverê diguherîne. Ev hemû, gotinên nerast hemberî Tirkiye ne. Ew welatên, ku dixwestin dewletek biçûk li deverê ava bikin, niha van derewan diafîrîn in. Em dixwazin deverê ava bikin û amade ne bi her aliyekî re jî, kar bikin”.

Çavuşoglu herweha anî ziman, ku liser kirîna S400an tenê Amerika rexneyên xwe hebûn e. Hevpeymaniya NATO rexne ne kirin e.

 

 

 

C.B