Hunermend Aram Dîkran li Diyarbekirê bi stranên xwe hat bibîranîn

Stranên hunermendê navdar ji aliyê hunermendên ciwan ve hatin gotin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Hunermendê Kurdistanî yê Ermen Aram Dîkran di 10'emîn salvegera dilovaniya xwe de li Diyarbekirê bi stranên xwe hat bibîranîn. Stranên hunermendê navdar ji aliyê hunermendên ciwan ve hatin gotin. Hezkeriyên Dîkran bi guhdarîkirina stranan wî ew bibîranîn û demên hestiyar derbas kirin.

Hunermendê Kurdistanî yê Ermen Aramê Dîkran ango Aram Melîkyan di 10'emîn salvegera dilovaniya xwe de li Diyarbekirê bi stranên xwe hat bibîranîn. Çalakiya bibîranînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Akademîya Ma Mûzîk û Navenda Hunerê ya Laleşê ve li Navenda Kongre û Çandê hat lidarxistin.

Malbata Aram Dîkran di bûyerên 1915'an de ji Diyarbekirê koçî Rojavayê Kurdistanê kir. Aram Dîkran di sala 1934'an de li Qamişlo ji dayîk bû. Hunermendê navdar, 55 salên temenê xwe da muzîkê. Bi taybetî stranên Kurdî striya lê belê bi zimanê Ermenkî, Suryanî, Zazakî, Erebî, Tirkî û Yewnanî jî stran gotin. Şanoger Kemal Ulusoy amaje kir ku Aram Dîkran bi huner û sekna xwe yek ji stêrka civaka Kurdan e.

Şanoger Kemal Aktaş ji K24ê re got: "Taybetiyeke ya Aram Dîkran ji hûnermend û stranênbêjên Kurd heye; ew jî ew e ku ew ne Kurd bû lê zêdetir Kurdî striya. Heqê Kurdî, Kurdayetiyê û çanda Kurdî da."

Aram Dîkran jî wekî Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, Mehme Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Meryem Xan û hunermendên din ên hêja stranbêjeke Radyoya Êrîvanê bû jî. Hunermendî 11 album amade kirin û stranên wî yên wekî "Ay Dîlberê", "Lê lê Rihê", "Bilbilo" û "Tû Kulîlk î" ji aliyê bi milyonan kes ve tên guhdarîkirin.

Welatî Yuksel Xanim: "Em ji Aram Dîkran gelekê hez dikin. Di ciwaniya min de tê bîra min em diçûn mala xwişka xwe û me li wir di televizyona wan de guhdariya stranên Aram Dîkran dikir."

Nivîskar Omer Dilsoz: "Ev bernameyên bi vî rengî gelek baş in. Bi taybetî ji bo ku ciwan hunermendê ku jiyana xwe dayî muzîka Kurdî gelek baş e."

Aram Dîkran wekî qasidê aştiyê yê di nava civak Kurd û Ermendan de jî tê naskirin û her tim peyamên aramî û aştiyê didan. Di peyameke xwe de Dîkran gotibû ku, "Heger ez careke din were cîhanê ez dixwazim hemû tang, tifeng û çekan bihelînim û jê tembûr, cûmbûş û zirneyan çêkim."

Welatî Sînan Oguz: "Mamoste Aram Dîkran ji bo Kurdan ji boz iman û çanda Kurdan kedeke pîroz daye. Dengê wî gelek xweş e. Ez wekî xortekî Kurd her dem guhdarvanekî wî me."

Dîkran, ji bo pîrozbahiyên Newroza 2009'an hat Diyarbekirê. Lê li vê derê nexweş ket. Dîkran, 8'ê Tebaxê di 75 saliyê xwe de li Atînayê canê xwe ji dest da. Dîkran wesiyet kiribû ku li Diyarbekirê were veşatin lê ji ber ku ne welatiyê Tirkiyeyê bû ev wesîyeta wî pêk nehat û bi axa Diyarbekirê li Brûkselê hat veşartin. Stranên Aram Dîkran yên li ser bedewîya deşt û zozanan û mêrxwasiya Kurdan û hêviyên serxwebûnê hîn li çar aliyên Kurdistan û cîhanê tên guhdar kirin.