3 leşkerên Tirkiyê di operasyona “Pençe” de hatin kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona li Başûrê Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona li Başûrê Kurdistanê de 3 leşkerên wan hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand, di encama şerekî di navbera leşkerên wan û gerilayên PKKê de 3 leşkerên wan hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, leşkerên birîndar bi firokeyan bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Operasyona leşkerî ya bi navê "Pençe" ev demek dirêj e li dijî gerilayên PKKê li nav xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Wezareta Bergîriyî ya Tirkiyê jî duhî li Heftanîn û Sînatê pperasyona “Pençe 3” ragihandibû.

Di derbarê şer û vê bûyerê de, hîna ji aliyê PKKê ti daxûyanî nehatiye dayîn.

 

S. B