Li Diyarbekirê dingê dan ê 121 salî hat dîtin

Li Diyarbekirê di dema xebatên çêkirina kafeteryayekê de dingê dan ê 121 salî hat dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di dema xebatên çêkirina kafeteryayekê de dingê dan ê 121 salî hat dîtin. Dingê ku di nav avahiyeke dîrokî de hat dîtin, di nav kafeteryayê de hat tekûzkirin û ji bo serdana welatî û geştiyaran tê pêşandan. Ji ber ku di xebatên çêkirina kafeteryayê de ev ding ango aşê kevirîn hat dîtin; xwediyê kafeteryayê jî nav avahiyê hemû bi kel û pelên dîrokî pergal kir da ku ahenga ding, bi bermayiyên dîrokî were temamkirin.

Di nav avahiyeke dîrokî ya Diyarbekirê de dingê dan hat dîtin. Li gorî lêkolînên ku li ser hatine kirin; ev ding 121 sal berê hatiye çêkirin û di nav vê avahiyê de genim hatiye hêrandin da ku dan were bidestxistin. Ji ber ku li Diyarbekirê; nav Sûrê wekî bajêr tê zanîn; di wê serdemê de li nav bajêr ango li nav Sûrê 16 dingên din jî hebûne. Li gorî xwediyê kafeteryayê Alaaddîn Kiliç dibêje; ev ding bi temamî bi rastlêhatinê derketiye û piştî ku wan di dema temîrkirina avahiyê de en dingî dîtine; hewil dane ku dîroka wê hîn bibin da ku ji bo serdêran jî rave bikin.

Xwediyê Kafeteryayê Alaaddîn Kiliç ji K24ê re got: "Dema me dest bi çêkirinê kir, piştî çend rojan serdana xelkê ji bo vê derê gelek çêbû û xelkê ji mere got ku ev der mala dingê dan e. Me jî ji kesên temendar pirsî û k adi vê avahiyê de ding hebûye yan na? Piştî lêkolînên me derket ku rast bûye. Ji ber ku babê min jî aşvan bû, vî dingî zêdetir bala min kişand. Piştî 2 mehan kevir derket rûyê erdê, me jî hewil da ku em çîroka wî hîn bibin û wekî berê pêşkêşî serdêran bikin."

Piştî ku dingê dan hatiye dîtin; biryara pergalkirina kafeteryayê jî bi temamî hatiye guherandin û li gorî nirxê dingê dan; kel û pelên dîrokî hatine peydakirin da ku ding û van kel û pelan hev û din di nav ahengekê de temam bikin. Di nav kafeteryayê de ji mîrkutan heta destaran; ji sîtilan heta beroşan gelek berhemên ku wekî kel û pelên dîrokê derbasî qeydan bûne; tên pêşandan. Welatî Bahrî Bîrtane bixwe di zarokatiya xwe de bûye şahedê bikaranîna dingê dan û tiştê ku di derheqê dingî de tên mereqkirin wiha radigihîne.

Welatî Bahrî Bîrtane dibêje: "Di zarokatiya me de me genimê xwe li malê dibijartin, me dişûştin û me dibir van aşan. Hebû, min bixwe jî dît, bi hespan li dora vî kevirî digerandin û ew genimê me dikirin dan. Dan ji bo mehîrê bû ne ku ev aş ê ar e; ev aşê dan e."

Li Diyarbekirê, bi taybetî di nav navçeya Sûrê de hem li ser erdê, hem li bin erdê gelek nirxên dîrokî veşarî ne. Dingê dan jî yek ji van nirxan e ku bi derketina wê ya rûyê erdê re çandeke din a Diyarbekir û herêmê li ber nifşê nû radixe. Yen ku bûne şahedê serdemê û qala bikaranîna dingî dikin dibêjin ku; ding genim dihêre dike dan; aş genim dihêre dike ar; ji ber vê jî her berhemeke ku derkeve rûyê erdê; ji bo nifşê nû dibe çavkaniya lêkolînan.