Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Şanda Amerîka rewşa Iraqê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Brian McFeeters Cîgirê nû yê Serokê Şanda Amerîka li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Brian McFeeters Cîgirê nû yê Serokê Şanda Amerîka li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Li civînê de her dû alî peywendiya Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pirsa neft û navçeyên nakokî li ser û girîngiya wan ya ji bo aramiya Iraqê û diyaloga teknîkî ya Herêma Kurdistan û Iraqê guftûgo kirin.

Li civîna ku piştî nîvroya îro çarşem 11/09/2019 li Hewlêrê birêve çû û Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amadebû, McFeeters xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û pabendiya welatê xwe bi karkirina li gel Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re û ji bo binbirkirina teror û vegerandina aramiya navçeyên cûda cûdayên Iraqê û hemahengiya Bexda û Hewlêr li warê asayîşê da dûpat kir.

Her dû alî rewşa niha nirxandin û di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de danustdina bîr û ramanan kirin. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku her dû aliyan xwest li ser çareserkirina kêşeyan heye û şand serdana hevdû kirine, her wiha çirkirina zêdetirê hewlên li vî derbarî de bi pêwîst û girîng zanî.