Ferhad Pîrbal hate destserkirin

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, ji ber şewitandina pirtûkxaneyekê Nivîskar Ferhad Pîrbal hat desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, ji ber şewitandina pirtûkxaneyekê Nivîskar Ferhad Pîrbal hat desteserkirin.

Îro danê sibê, Nivîskar Ferhad Pîrbal vîdyoyek belav kir, tê de pirtûkxaneya “Malî Wefayî” dişewitîne. Xwediyê pirtûkxaneyê jî ji K24ê re ragihand, nêzîkî 5 hezar pirtûk hatin şewitandin.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Polîsa Hewlêrê Hogir Ezîz ji K24ê re ragihand, Polîsa Hewlêrê li ser giliyê xwediyê pirtûkxaneyê, Ferhad Pîrbal destser kir.

Pêştir jî Ferhad Pîrbal êrîşî ser çend avahiyên hikûmî kiribû û ziyan gihandibû wan.

 

S. B