Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê zêde dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama erdheja îşev de li bajarê Xarbêtê 14 kesan cane xwe jidest dane û 225 kes jî birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îşev erdhejek bi tundiya 6.8 pile bi pîverê Rîchterê Bakurê, Rojava û Başûrê Kurdistanê hejand.
Navenda erdhejê bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê bû.
Peyamnêrê K24ê diyar, di encama erdhejê de 14 kesan cane xwe jidest dane û 255 kes jî birîndar bûne.
Amaje bi wê da jî, çend avahî li Xarpêtê herifîne û hejmarek ji welatiyan di bin avahiyên rûxandî de mane.
Ji encama erdhejê jî, elektirîk û hêlên Intirnetê jî li çend bajar û bajarokên Bakurê hatine birîn.
S. B