Li parlemana Tirkiye niqaşên şanoyê berdewamin

Pirtuka kurteçîrokan ya hevserokê berê yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş wek lîstikeke şanoyê li Tirkiyê tê lîstin. Ev demeke dirêj e li Parlemana Tirkiyê rexne û nîqaşên li ser bînêrên lîstikê û guncandina pirtuka Demîrtaş ya bo şanoyê, berdewam in. Parlementerên opozîsyonê nîqaşên li ser vê mijarê bi avayekî tund rexne dikin.

K24- Enqere

  Pirtuka kurteçîrokan ya hevserokê berê yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş wek lîstikeke şanoyê li Tirkiyê tê lîstin. Ev demeke dirêj e li Parlemana Tirkiyê rexne û nîqaşên li ser bînêrên lîstikê û guncandina pirtuka Demîrtaş ya bo şanoyê, berdewam in. Parlementerên opozîsyonê nîqaşên li ser vê mijarê bi avayekî tund rexne dikin.

Di rojên dawiyê de di nav siyaseta Tirkiyê de guncandina pirtûka kurteçîrokan ya hevserokê berê yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş ya bi navê 'Devran'bo şanoyê ciheke girîng digire. Bi taybetî ji aliyê AKP û MHPê ve ji bo bînerên şanoyê rexneyên tund tên kirin. Ev yek li aliyê opozîsyonê dibe sedema hêrsbûnê. Serokvekîlê koma CHPê Ozgur Ozel dibêje, partiyeke ku bi avayekî fermî daxilî parlemana Tirkiyê bûye weke şaytanekî tê nişandan. Her wiha Ozel dîyar dike ku êdî partiya desthilatdar û hevparê wî biryarên wek kî bi kî re biçe kî dere û kîjan şanoyê temaşe bikin jî didin.

Ozgur Ozel, serok vekîlê koma CHPê got: Temaşe kirina şanoyekê heger di nav siyasetê de ev qas tê bikaranîn ku berjewendiyek jê derkeve, ev yek nişan dide ku kesên ku van tiştane dikin dinav tengasiyekê de ne. CHP ji helwêsta xwe ya li ser vê mijarê pêngavekê paştir navêje.

Parlementerê Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyê Barış Atay jî îdia dike ku li Tirkiyê zext li ser siyasetmedarên opozîsyonê hene û heman zext li ser hûnermendên mixalîf jî hene. Atay dibêje, bo mînak Kadîr Înanirê hûnermend wek bînerekî ev şanoye temaşe kir û tûşî bertekên tund hat.

Bariş Atay - parlementerê TIPê got: Demekê AKPê ji bo proseya çareseriyê daxwaz ji Kadîr Înanir kiribû ku beşdarî van bibe. niha wezîrê karên navxweyî jê re dibêje ' Kadîr Beg'. Ev helwêsteke gelek bêihtiram e. Wezîrê karên navxweyî Soylu, li hemberî Kadîr Înanir tu nirx tune ye.

Parlementeran, destnîşan bi vê yeke kir ku partiya desthilatdar nîqaşên şanoyê bi avayekî zanayî di rojevê de digire. Her wiha gotin ku tu hêz nîn in ku bikarin peşî li hünere bigirin.