HSD: Divê helwesteke zelal ji Amerîka were diyarkirin

Berpirsa Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, helwesta Tirkiyê li hemberê Rojavayê Kurdistanê, ne li dijî hêzeke siyasî ya leşkerî, biqasî ku li dijî îradeya gelê Kurd e. Gefên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê cidî ne û metirsiyên komkujî û guhartina demografî bi xwe re derdixe holê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, helwesta Tirkiyê li hemberê Rojavayê Kurdistanê, ne li dijî hêzeke siyasî ya leşkerî, biqasî ku li dijî îradeya gelê Kurd e. Gefên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê cidî ne û metirsiyên komkujî û guhartina demografî bi xwe re derdixe holê.

Mistefa Balî da zanîn: Heger rast metirsiyên Tirkiyê yê ewlehiyê hene, Efrîn zêdetir ji salekê di bin kontrola wê û alîgirên wê de ye, Tirkiyê grûpên Îslamî anîn Efrînê, koçberên Xûta û navçeyên din ên Sûriyê lê bicih kir, dest danî ser mal û milkên xelkê û guhartina demografî çê kir. Ev diyar dike ku Tirkiye li dijî gelê Kurd e.

Li ser sedana Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie û Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî William Robak ji Kobanê re û hevdîtina wan bi fermandarên HSDê re Balî got: Di civînê de xala sereke ya hatiye guftûgokirin, bihaneyên Tirkiyê yên metirsiyên wê li ser sînor bû, herwiha planên hevbeş ên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê û rewşa çekdarên DAIŞê yên girtî û kampên malbatên DAIŞê bûn.

Amaje bi wê yekê jî kir: Amerîka wek hêza sereke ya cîhanê û 4 sal in li vî welatî bi me re di nava şerekî de ye û me bi hev re metirsiyên DAIŞê li ser tevahiya cîhanê bidawî kiriye, xwedî erk û berpirsatiyekê ye ku gefên Tirkiyê li dijî me rawestîne.

Herwiha got: General McKenzie piştî civînê got ku erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye hevkarên xwe biparêze û gerentiya parastina wan bide. Lê ev nayê wateya ku Tirkiye dê gefên xwe rawestîne. Ji bo wê jî divê helwesteke zelal ji ya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî were destnîşankirin û li gor wê çareseriya siyasî bi Tirkiyê re û li hundirê Sûriyê jî destpê bike.

 

 

S. B