Rusy: Rêkeftina S400 bidawî hatiye û ew çaverê cîbicîkirina wê dikin
K24- Hewlêr
Balyozê Rusyayê li Enqereyê dibêje: S400 rêkeftineke bidawî hatiye û ew çaverê cîbecîkirina wê dikin.
Balyozê Rusyayê li Enqereyê Aleksey Yerhov serdana Volkan Bozkir, Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlementoya Tirkiyeyê kir.
Balyozê Rusyayê di wê hevdîtinê de li ser nûçeyên paşxistina kirîna mûşekên S400 axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî bibîrxist û got S400 rêkeftineke bi dawî hatiye û ew çaverê cîbicîkirina sîstemê dikin. Divê xelkê Tirkieyê baweriya xwe bi vê axaftina Erdoganî bîne.
Volkan Bozkir jî dibêje: S 400 me ne dijî NATOyê ye û ne jî dijî Amerîkayê ye. Ev mesele bi ewlekariya Tirkyeyê re pêwendîdar e.