Bînalî Yildirim: Eger bibim şaredarê Stenbolê xizmeta zimanê Kurdî dê bikim

Bînalî Yildirim eşkere dike: Dema ew bibe şaredarê Stenbolê xizmeta zimanê kurdî dê bike.

K24- Hewlêr

Bînalî Yildirim eşkere dike: Dema ew bibe şaredarê Stenbolê xizmeta zimanê kurdî dê bike.

Ji hilbijartinên Stenbolê re 3 roj man û her du namzetên rikeber Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu dixwazin dengên Kurdan werbigrin. Di vê çarçoveyê de Namzetê AK-Partiyê Bînalî Yildirim li Stenbolê digel pêşengên Kurd kom bû û da zanîn ko dê Şaredariya Stenbolê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî  xizmet bike. Yildirim herwiha diyar kir ko di dema bê de pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê gelek baştir û geştir dibin.

Bînalî Yildirim, got:Emê her cûre piştgirî bidin kesên ko dixwazin zimanê dayika xwe bidin jiyankirin. Ma bila zimanê kurdî ji xizmetên şaredariyê bêpar bimîne? Emê piştgirî bikin. Emê xebatkar û mamosteyên zimanê kurdî perwerde bikin. Ji bo zimanê dayikê bijî, çi pêwîst be emê bikin.