Desteya Berevaniyê: Hebûna hêzên Tirkî li herêma ewle qebûl nakin

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zîdan Asî ragihand, ew hebûna “Hêzên Parastina Aştiyê yên Navdewlet” li herêma ewle qebûl dikin, lê hebûna hêzên Tirkî li wê herêmê qebûl dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zîdan Asî ragihand, ew hebûna hêzên “Parastina Aştiyê ya Navdewlet” li herêma ewle qebûl dikin, lê hebûna hêzên Tirkî li wê herêmê qebûl dikin.

Zîdan Asî ragihand, Rêveberiya Xweser ji bo parastina jiyana xelkê, rêkeftina agirbestê qebûl kirine, lê Tirkiye û mîlîşyayên ser bi wê ve pabendî bi wê rêkeftinê nebûne.

Amaje bi wê yekê kir, ji dema ragihandina rêkeftina agirbestê ve, 17 welatiyên sivîl di êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê şehîd bûn.

Rexne li helwestên navdewletî girt û daxwaza helwesteke yekalîker ji Netewên Yekgirtî kir û got: “Tenê derkirina daxuyanan şer nayê rawestandin.”

Hevserokê Desteya Berevaniyê diyar kir, ew piştevaniya hebûna Hêzên Parastinê yên Navdewletî li herêmê dikin.

Li ser vekişîna hêzên HSDê ji bajarê Serê Kaniyê, Hevserokê Desteya Berevaniyê da zanîn, ew bi gerentiya Amerîka ji herêma ewle vekişiyane, lê Tirkiye pabendî wê rêkeftinê nebûye û ew hebûna Tirkiyê li vê herêmê qebûl nakin.

 

S. B