Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dicive

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) îro ligel Wezareta Derve ya Fransayê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) îro ligel Wezareta Derve ya Fransayê dicive.

Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji K24ê re ragihand,wan daxwaza hevdîtinê ji berpirsên Wezareta Derve ya Fransayê kirine û biryar e îro piştî nîvro civîn pêk were.

Kamîran Haco da zanîn, ewê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dawî pêşhatên li Sûriyê guftûgo bikin, bi taybet mijara destûrê û parastina mafên Kurdan tê de, mijara vekişandina hêzên Amerîkî û rewşa rojhilatê Firatê û dernegxistina civîna Cenêvê.

Pêr jî Nûnerê ENKSê di Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê de Îbrahîm Biro ji Washingtonê ve ji K24ê re ragihandibû, ewê li ser mijara rojhilatê Firatê û pêkanîna herêma ewle û hebûna roleke siyasî û leşkerî ya ENKSê di wê herêmê de dê nerîn û helwestên xwe bi Wezareta Derve ya Fransayê re rabigihînin.

 

S. B