CHP Partiya Beis a Sûriyê vedixwîne Stenbolê

Ji bo beşdariya di kongreya taybet bi rewşa Sûriyê, CHPê partiya Beis a Sûriyê ya desthiladar jî vexwandiye wê kongreyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo beşdariya di kongreya taybet bi rewşa Sûriyê de, Partiya Gel  a Komarê (CHP) partiya Beis a Sûriyê ya desthiladar vexwandiye wê kongreyê.

Di meha Tebaxa bûrî de, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû, ew ê di derbarê pirsa Sûriyê de konferansekê li Stenbolê saz bikin. Partiya Beis a Erebî ya sosyalis ku partiya desthiladar a Sûriyê ye ragihand, vexwandnameyek ji aliyê CHPê ve gihîştiye wê.

Rojnameya “Watan” a Sûrî li ser zarê berpirsekî Partiya Beis yê bi navê Besam Ebo Ebdula belav kir, ew xexwandina CHPê dê yekem derfet be, ta ku welatiyên Sûriyê bi hev re bicivin û nerînên xwe derbarê rewşa niha ya welatê de pêşkêş bikin.

Biryar e roja 28ê vê mehê li Stenbolê pirsa Sûriyê ji aliyê CHPê ve were birêve biçe, tê de pirsa penaberan, pêşhatên Idlibê û çawaniya bidawîanîna krîza wî welatî werin gotbêjkirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû, ew ê her du aliyan, aliyê li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîgirên Beşar Esad vexwînin wê konferansê, lê PYD û YPGê venaxwînin.

Li gor Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pirsa bakurê Sûriyê divê hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî pêwendiyê bi Beşar Esad re deyne.

 

S. B