Tirkiye: Serokomarê Çekya bêbextiyan li me dike

Berî niha bi çend rojan Serokomarê Çekyayê Mîlos Zeman gotibû, Tirkiye ji ber ko hevpeymanê DAIŞê ye êrîşê Kurdan dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê carek din bersiva Serokomarê Çekyayê Mîlos Zeman dide û dibêje, daxûyaniyên Mîlos Zeman derew in û ew bêbextiyê li Tirkiyê dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi nerazîbûneke tûnd ragihand, ko axaftinên Mîlos Zeman bêbingeh û ji rastiyên dûr in û ew bêbextiyê li Tirkiyê dike. Welatê ko herî zêde şerê DAÎŞê kirî, Tirkiye ye.

Berî niha bi çend rojan Serokomarê Çekyayê Mîlos Zeman gotibû, Tirkiye ji ber ko hevpeymanê DAÎŞê ye êrîşê Kurdan dike.

 

 

C.B