Seyîd Riza û hevalên xwe ji beriya 82 salan hatin darvekirin

Di ser darvekirna pêşengê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza re 82 sal derbas bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di ser darvekirna pêşengê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza re 82 sal derbas bûn. Seyîd Riza û rêhevalên xwe tên bibîranîn. Li gorî daxuyaniyên dîroknasên Kurd, di komkûjiya Dêrsîmê de 40 hezar kes hatin kuştin. Dîroknas û Lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî got; doza Seyîd Riza jî doza Kurdistanê bû. Serhedî got; divê Kurd pêşengên doza azadiya Kurdistanê ji bîr nekin.

Di ser bidarvekirina Pêşengê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza û hevalên wî re 82 sal derbas bû. Li gorî çavkaniyên Kurd, di komkûjiya Dêrsîmê de zarok, jin, kal û pîr jî di nav de 40 hezar kes bi bombeyên gazê, çek û teqemeniyan hatin kuştin.  Li gorî ragigandina Nivîskar û lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî, Seyîd Riza ji bo herêma Dêrsîmê daxwaza xweseriyê dikir lê ev daxwaza wî ji aliyê rêveberên Komara Tirkiyeyê ve hat red kirin.

Nivîskar û Lêkolîner Kerem Serhedî ji K24ê re got: "Seyîd Riza xweserî dixwest û nameyek ji bo Brîtanyayê şand. Lê rêveberên Dewletê ji Seyîd Riza daxwaza danîna çekên wan kir û wan jî çek danîn. Ji bo aşitiyê bang li Seyîd Riza kirin, lê di rê de girtin û anîn avêtin girtîgehê. Seryîd Riza û hevalên xwe li dijî Dewletê nehatibûn lê ya li wan hat kirin komkûjiye."

Piştî aloziyên li Dêrsîmê, rayedarên Komara Tirkiyeyê ji bo ku bi Seyîd Riza re li hev werin ew vexwendin Erzinganê lê di 5'ê Îlonê de bi 72 hevalên xwe re di rê de hat girtin. Kurê Seyîd Riza Hûseyîn Reşik jî hatibû girtin. Seyîd Riza 85 salî bû, kûrê wî jî 14 salî bû. Bi biryara dadgeha serbazî temenê Seyîd Riza daxistin 54'an û yê kûrê wî Huseyîn Reşik jî derxistin 20'an. Seyîd Riza, kûrê wî û hevalên wî piştî 71 rojan ango di şeva 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Şîre ya Elezîzê li ber lempeyên wesayitan hatin bidarvekirin.

Nivîskar û Lêkolîner Kerem Serhedî amaje dike ku, Seyîd Riza nedixwest mirina kurê xwe bibîne, lê dadgeha serbazî kurê wî ji beriya wî bi darve kirin. Serhedî dibêje; divê Kurd li pêşengên xwe xwedî derkevin û bizanin ka di rêya azadiyê de çi bi serê wan hatiye.

Nivîskar û lêkolîner Kerem Serhedî dibêje: "Pêwîst e em serokên xwe yên berê û şehîdên xwe bibîrbînin. Ji Bedirxan Beg heta Mele Mistefa Barzanî, Şêx Evdilselam,  Şêx Seîd Efendî, Îhsan Nûrî, Biroyê Heskiyê Têlî, Elî Şêr û heta were Seyîd Riza divê em van pêşengên bibîr bînin, em derbarê wan de konferansan lidarbixin, çalakiyan bikin. Da ku gel bizane ev pêşeng hîn jî di dilê me de her zindî ne."

Li gorî ragihandina dîroknasan heta niha 37 serhildanên Kurdan çêbûne û armanca hemû serhildanan jî doza Kurd û Kurdistanê bûne. Dîroknas dibêjin, komkûjiya Dêrsîmê jî berdewamiya komkûjiyên Koçgirî û Geliyên Zîlan e. Di 23'yê Mijdara 2011'an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayîb Erdogan, ji ber rola hikûmeta CHP'ê ya dema komkûjiyê rexne li CHP'ê girt û got; heger lêborîn pêwîst be ez li ser navê dewletê lêborînê dixwazim. 

Raya giştî ya Kurd dixwaze ku, navê Dêrsîmê lê were vegerandin, ji aliyê Dewletê ve bûyerên Dêrsîmê wekî komkûjî werin qebûlkirin û cihê gora Seyîd Riza were aşkerekirin. Seyîd Riza ji beriya ku were darvekirin wiha gotibû: "Min nekarî bi hîle û pîleyên we, ev ji min re bû derd! Lê min jî stûyê xwe li ber we xwar nekir, bila ev jî ji we re bibe derd!"