Welatiyên stenbolê daxwaza xizmetên zedetir dikin

Jı bo hilbijartina şaredariya stenbolê ya ku di 23 Hezîranê de bê kirin êdî wextek gelek hindik maye û rikeberiya dinavbera namzetê tifaqa millete Ekrem Îmamoglu û namzetê tifaqa Cumhurê Bînalî Yıldırım de jî zêdetir bûye.Li gel vê rikeberiyê kelecana hilbijartinê dinav welatiyên stenbolê de jî zêdetir bûye û welatî ji namêzetên şaredariyan daxwaza zêdetir xizmetan dikin.

K24-Istanbul

Jı bo hilbijartina şaredariya stenbolê ya ku di 23 Hezîranê de bê kirin êdî wextek gelek hindik maye û rikeberiya dinavbera namzetê tifaqa millete Ekrem Îmamoglu û namzetê tifaqa Cumhurê Bînalî Yıldırım de jî zêdetir bûye.Li gel vê rikeberiyê kelecana hilbijartinê dinav welatiyên stenbolê de jî zêdetir bûye û welatî ji namêzetên şaredariyan daxwaza zêdetir xizmetan dikin.

Bi nêzîkbûna hilbijartina Stenbolê re li gel xebatên namzetan û sozên wan di nav welatiyên Stenbolê de jî kelecana hilbijartinê zêdetir bûye. Li gel nêrînên cida yên welatiyan piraniya niştecihên Stenbolê ji namzetên şaredariyan daxwaza zêdetir xizmetan dikin. Li gel vê yekê gelek welatî jî dibêjin ev hilbijartin ne tenê hilbijartina şaredariyane û encama vê hilbijartinê dê sîyaseta Tirkiyê veguherîne lewma ew giringiyek mezin didin vê hilbijartinê. Li gor hinek welatiyan jî dubarekirina hilbijartina stenbolê binpêkirina yasayan û demokrasîyê ye, li gor hinekan jî di hilbijartina borî de sextekarî hatîne kirin ji ber wê pêwîst bû hilbijartin bê nû kirin da ku demokrasi bê bicihanîn.

Welatîyekî, got:''Li gor tişta ez dibînim di hilbijartina 31 adarê de sextekarî hatiye kirin ji ber wê ez dûbarekirina hilbijartina stenbolê wek biryarek rast dibînim. Ezê denge xwe bidin Bînalî Yildirim.Hêvîya min ewe ku namzetê serbikeve ji bo welatê me zêdetir xizmetan bike.''

Welatîyekî dî, got:''Li gor min neheqî li Ekrem Îmamoglu hatiye kirin ji ber wê ez dixwazim ew serbikeve.Sozên ku ew dide gelekî baş in û dikare bicih bîne.Hêvîdarim tişta baş çi ye ew çêbe.''

Li gel nêzîkbûna hilbijartinê hinek welatî dibêjin wan hê jî biryara xwe nedane dengê xwe bidin kijan namzetî lê daxwaza wan ewe ku namzetên namzet sozên xwe bicihbînin.

Welatîyeka din, dibêje:''Min hê jî biryar nedaye ez denge xwe bidim kîjan namzetî.Daxwza min ewe ku namzetê serbikeve çareyekê ji bihabûnan re bibine û derfetên kar ji bo gencan peyda bike.''

Welatîyekî din jî, dibêje:''ji bo aramiya welatê me ez dixwazim xizmetên şaredariyan zêdetir bibin .Ezê denge xwe bidim namzetê ku projeyan peşkêş dike.''

Ji hilbijartina stenbolê re êdî wexteki gelek hindik maye û rikeberiya dinavbera namzetê tifaqa millete Ekrem Îmamoglu û namzetê tifaqa Cumhurê Bînalî Yıldırım de jî zêdetir bûye. li gel vê rikeberiyê welatîyên stenbolê ji namzetan daxwaz dikin sozên ku ew didin bînin bicihanîn û ji bo wan zêdetir xizmetan bikin.