25 çekdarên Opozîsyona Sûriyê hatine kuştin

Piştî prosêsa lihevhatinê ji bo yekem car, şer di navbeyna çekdarên Opozîsyonê û artêşa Sûriyê li bajarokê Renikûs li gundewarê Şamê liser sînorê Libnanê derketiye û di encam 25 çekdar jî, hatine kuştin.

K24- Hewlêr

Rewangeha Sûriyê ji bo Mafên Mirovî belav kiriye, şer di navbeyna Artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên Opozîsyonê li bajarokê Renikûs li Qelemun a rojavayê Sûriyê, ku li nêzîkî sînorê Libnanî dikeve, derketiye. Di encam a wî şerî de, 25 serbazên hikumetê û çekdarên Opozisyonê hatin kuştin..

Ligor hatiye belavkirin, ku ew şer heya berê vê sibehê berdewam kiriye, û niha rewşa ewlekariya wî bajarokî ne aram e, û Hêzên Hikumetê dest bi pişkinîna malan kiriye.

Piştî prosêsa lihevhatinê, di navbeyna çekdarên Opozîsyonê û Artêşa Sûriyê û çekdarên Hizbullah a Libnanê, di sala 2017an de, ev yekemîn car e, şer di navbeyna her dû aliyan de, derdikeve.