Rêxistina Mafên Mirovan: Li Efrînê 7 DAIŞî ji zîndanê reviyan

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, li Efrînê 11 girtî ji zîndaneke grûpên çekdaran reviyane û di nava kesên reviyane de 7 çekdarên DAIŞê hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, li Efrînê 11 girtî ji zîndaneke grûpên çekdaran reviyane û di nava kesên reviyane de 7 çekdarên DAIŞê hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 7 çekdarên DAIŞê ji zîndana Raco ya di bin kontrola Polîsa Medenî û Polîsa Leşkerî de ye reviyane.

Wê rêxistinê navên çekdarên DAIŞê yên reviyane jî belav kir, wiha ne:

- Ehmed Tirkî (Ebo Minzir): Çekdarê DAIŞê ye û ji 15. 04. 2019an ve girtî bû.

- Fewzî Mincî El Kehbî: Çekdarî DAIŞê yê Tunisî ye û ji 06. 06. 2019an ve girtîbû.

- Elî Mela Elî: Çekdarekî DAIŞê ye û 18. 09. 2019an ve girtûbû.

- Eymen Muîn El Mihemed (Ebo Qasim): Çekdarekî DAIŞê ye û 17. 04. 2019an ve girtîbû.

- Mistefa Îsmaîl Nator (El Timêr): Çekdarekî DAIŞê ye û ji 20. 04. 2019an ve girtîbû.

- Ehmed Yihya Rislan: Çekdarekî DAIŞê ye û 31. 07. 2019an ve girtîbû.

- Elî Yihya Ebdulah: Çekdarekî DAIŞê ye û ji 02. 08. 2019an ve girtîbû.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, 4 girtiyên din jî bi tometên cuda hatibûn girtin, ew jî wiha ne:

- Malik Silêman El Îsa: Bi tometa sîxoriya bi rêjîma Sûriyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

- Mecid Silêman El Îsa: Bi tometa sîxoriya bi rêjîma Sûriyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

- Mahir Fadil Hac Xidir: Bi tometa teqîn kiriye ji 10. 10. 2019an ve girtîbû.

- Mihemed Ehmed Dibwanî: Bi tometa gendeliyê ji 31. 10. 2019an ve girtîbû.