Li Birîtanîya konfiransek birêve çû li ser nasneme û mafên Kurd

Evro sêyemîn konfiransa zanistî ya taybet bi pirsa Kurd li Zanîngeha Mîdilsêksî ya Lenden a pautexta Birîtanîyayê dest bikarên xwe kir. Barzan Hesen, nûçegihanê Kurdistan24ê ragehand: Di konfiransê de mamostayên zanîngehên 25 welatan pişikdarin û armanca konfiransê behskirina nasname û mafên neteweyî yên Kurde li her çar welatên Turkîya, Îraq, Surya û Îranê.

K24- Lenden

Mamostayên zanîngehan, rewşenbîr, ekadîmîstên bîyanî û Kurdî di vê konfiransê de civîyane li zanîngeha Mêdilsêksî ya Lendenê û gotûbêjan dikin li ser wê yekê ku roj bi roj ew sinûrên Kurdan ji hev cûda dikin ber pûtbûn û nemanê diçin û bandora wan kêmtir dibe bi egera wê yekê ku ew welatên Kurd têde dijîn şer û neakincîyên mezin kevtîne di nav de û evê yekê jî weha kirîye Kurd bihêztir bibin.

Pirofîsor Ebas Welî, maostayê zanîngehê, yeke ji pişikdarên konfiransê vekolîneka xwe pêşkeş kir li ser arîşeyên her çar parçeyên Kurdistanê.

zanîngeha Midilsêksî ya Lendenê pirojeyeka hevpişik heye li gel Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî  bo harîkarîkirina awareyên Herêma Kurdistanê.