Qamişlo.. dijî bilindbûna buhayên mazot û kelûpelan çalakî dihên encamdan

Hejmareke Çalakvanên Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî bilindbûna nerxê mazot û kel û pelên xwarinê lidarxistin.

K24- Hewlêr

Hejmareke Çalakvanên Kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî bilindbûna nerxê mazot û kel û pelên xwarinê lidarxistin.

Wan çalakvanan daxwaz kirin ku nerxê Mazot û kelûpelên jiyana rojane bên kêm kirin.

Bi sedema bilind kirina nirxê mazotê ji hêla rêvebiriya xweser ve, pê re bilindbûna nirxê nan û gelek cûreyên keresteyan, mangirtinek li bajarê qamişlo li pêş navenda netewên yebûyî hat li darxistin, ev mangirtin li ser daxwaza hin çalakvanên kurd bû, ku dibînin ev buhabûn dê rewşa jiyana wan ber bi aloziyê ve bibe, çalakvan dibînin ku pêwîst e nirxê mazotê dakeve nemaze ku demsala zivistanê li ber deriyan e, û xelk nikarin mazorê peyda bikin.

Kesên beşdar tekez dikin ku pêwîst e nirxê keresteyan ji alî rêvebiriya xweser ve were kontrol kirin û bazirgan keysebaziyê nekin, nemaze ku di vê sale de gelek zirar li welatiyan bûye, çi ji şewata dexl û zeviyan be yan jî bilindbûna nirxê dolar be.

Beriya 5 rojan rêvebiriya xwes er biryar da ku nirxê mazotê ji 50 lîreyên sûrî here 75 lîreyan, û ev yek nerazîbûnek li cem xelkên rojavayê kurdistanê çêkir, di dema buhûrî de gelek gazin ji xizmetguzariyê tên kirin, mîna kombûna gilêşê li destpêka bajaran û bilindbûna nirxê keresteyan û dawî buhabûna mazotê.

Hin çalakvanên kurd mangirtinek li bajarê qamişlo li darxitin, sedema vê mangirtinê bilindbûna nirxê mazotê û keresteyan e, herwiha ji rêvebiriya xweser dixwazin ku nirxê mazotê dakeve û xizmetguzarî baş bibe.