Amerîka: Me rapor hene, ku Sûriye çekê kimyawî bikar aniye

Wezareta Derve ya Amerîka radighîne, raport hene, ku amaje bi bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka radighîne, raport hene, ku amaje bi bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê dike.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ji rojnamevanan re ragehand, wan raport hene, ku amaje dikin, Hêzên hikumeta Sûriyê di êrîşekê de liser navçeyeke bakurê rojavayê Sûriyê çekên kîmyawî bikar anîye, lê hîn ew negihane encameke yekalîker û lêkolînên wan berdewam in.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka got jî, wan çendîn çavkanî hene, ji wan jî, hevdîtinên bi hejmarek kesên ku li wî cihî amadebûn, dema ku hêzên hikumetê ew êrîş pêkanî, ku di encam de hejmarek çekdarên opozisyonê ji bo nexweşxaneyên navçeyê hatin veguhestin.

 

 

 

C.B