Tirkîye di rêza Aştîya Cîhanî de paş ket

Saziya Enstîtûya Aborî û Aşitîyê ya Awistralyayê Endeksa Aştiya Cîhanî ya sala 2019an eşkere kir. Tirkiye di nav 163 welatan de, li gorî sala borî 3 rêzan bi paş ve çûye û di rêza 152emîn de cih girtiye. Mafnas dibêjin, Tirkîye piştî têkçûna proseya çareserîyê û piştî hewla derbeyê bi ragihandina rewşa awarte vir va her diçe di qada mafên mirovan û aştîya civakî da bipaş va çûye. Li gorî mafnasan heta Tirkîye meseleya Kurd bi rîyên diyalog û aştîyê çareser neke wê rewşa Tirkîyeyê her xirab bibe.

K24- Anqere

Saziya Enstîtûya Aborî û Aşitîyê ya Awistralyayê ku her sal aştiya navxweyî ya welatan dipîve û bi daneyan pêşkêş dike, Endeksa Aştiya Cîhanî ya sala 2019an eşkere kir. Tirkiyeya ku di nav 163 welatan de, li gorî sala borî 3 rêzan bi paş ve çû ye û di rêza 152emîn de cih girtiye; ji Sudan û Filîstînê jî xeraptir e.

Ev raport ji alîyê sazî û komelayên mafên mirovan va bi baldarî tê şopandin. Sekretera Giştî ya Komeleya Înîsîyatîfa Heq, Fatma Bostan Unsala ku ew yek ji damezrînerên Ak Partîyê ye û bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê da, ji karê xwe yê akademîsyenê hatîye îxrackirin dibêje, ev 3 sal in ku rewşa Tirkîyeyê bi her awayî xirab e. Lê belê ew dibêje, Li gorî min li Tirkiyeyê proseyeke nû ya çareseriyê mimkun e, divê mirov bêhêvî nebe.

Fatma Bostan Ünsal- sekretera giştî ya înisiyatîfa Heq, got:"Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeyê bi ragihandina rewşa awarte, bi sed hezaran însan hatin girtin, bêyî sûc ji kar hatin avêtin û Tirkiye bi lez di warê demokrasî û aştiyê da bi paş ket. Niha desthilatdar behsa Reforma darazê dike, lê belê tê da nakokî hene, xwedî armanc nîne. Li alîyê din hevdîtinên li gel Ocalan, hîn Geşedanên nav welêt û der welêt dide nîşan ku dibe li Tirkiyeyê çareseriyeke nû dest pê bike."

Li gorî Fatîn Kanatê hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê ya Şaxa Enqereyê, sebeba sereke ya vê raporê kêşeya Kurd e ku hêj nehatîye çareserkirin. Kanat dibêje, divê Tirkîye berîya her tiştî meseleya Kurd çareser bike.

Fatîn Kanat-hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê, got:"Ev rapor jî dide nîşan ku Tirkîye ber bi ku va diçe. Tirkîye her diçe ji duh xirabtir dibe. Di warê mafên mirovan da paşve diçe, yasayên xwe û peymanên navdewletî ku îmze kirîye bicih nayne. Helbet sedema sereke jî meseleya Kurd e. Heta ku Tirkîye meseleya xwe ya li gel Kurdan safî neke, heta aştî û çareserî pêk neyê; wê Tirkîye her tim paşve biçe û wê tu pêşketineke çênebe."

Di rapora Endeksa Aştiya Cîhanî ya sala 2019'an de Tirkiye tevî Nîkaragûa û Yemenê di nav 163 welatan de di beşa 'welatên ku rewşa wan xerab dibe' da cih digire.