Niqaşa revizyonê û tifaqa AKP û MHP

Nîqaş û gengeşeyên li ser encamên hilbijartina Stenbolê didomin ku di serkeftina Ekrem Îmamoglu da rola dengdêrên Kurd û HDPê mezin bû. Li gorî beşekî şîrovekarên sîyasî êdî hikûmeta Ak Partîyê peyama Kurdan girtîye û wê berê xwe bide Kurdan û proseyeke nû bide destpêkirin. Lê belê beşekî pispor jî dibêjin divê Ak PArtî revizyon û reformê çêbike û tifaqa xwe ya li gel MHPê bidawî bike. Heke ne wê li Tirkîyeyê hilbijartineke pêşwext bê rojevê.

K24-Ankara

Nîqaş û gengeşeyên li ser encamên hilbijartina Stenbolê didomin ku di serkeftina Ekrem Îmamoglu da rola dengdêrên Kurd û HDPê mezin bû. Li gorî beşekî şîrovekarên sîyasî êdî hikûmeta Ak Partîyê peyama Kurdan girtîye û wê berê xwe bide Kurdan û proseyeke nû bide destpêkirin. Lê belê beşekî pispor jî dibêjin divê Ak PArtî revizyon û reformê çêbike û tifaqa xwe ya li gel MHPê bidawî bike. Heke ne wê li Tirkîyeyê hilbijartineke pêşwext bê rojevê.

Karvedanên encamên şaredarîya Stembolê didomin. Ak Partîya ku li Tirkîyeyê 17 sal in desthilatdar e wek hilbijartina giştî ya 7ê Hezîrana 2015an ku nikaribû li parlamen piranîya kursîyan bidest bixe; di hilbijartina Stenbolê da derbeke giran xwar û bi 800 hezar dengî zêdetir li pişt nazmedê partîya hevrikê xwe ma. Ji loma jî di nav Ak Partî û medyayê nêzikî wê da tevlihevîyeke mezin heye, hin kes îstifa dikin û li ser medyaya civakî hevûdin sûcdar dikin.

Ji loma jî tê gotin ku wê Erdogan di kabîneya wezîran û rêveberî û rêxistinên Ak Partîyê da hin revizyon pêk bîne. Şîrovekarên sîyasî destnîşan dikin heke guhertin û reform çênebin wê hilbijartineke pêşwext jî bê rojevê. Her wiha êdî tifaqa li gel partîya nîjadperest MHPê jî zêdetir bûye cihê nîqaşê.

Semra Polat-rojnamger, dibêje:"Demekî dirêj e ku tê gotin wê di kabîneya wezîran û rêxistinên Ak Partîyê da guhertin çêbibe. Lê belê em dibînin ku hêj ev revizyon çênebûye. Lê belê êdî dengdêrên Ak partîyê vê guhertinê dixwaze. Lewra êdî Ak Partî daxwazên gel pêk nayne. Ak Partî bûye partîyeke Tirkbûnê. Ev yek Kurdan pir acis dike. Li alîyê din têkçûna tifaqa li gel MHPê niha naxuye, lê belê ji xeynî Kurdan gelek derdor ji vê hevpeymanê acis in. Heke Ak partî ziman û uslûba xwe neguherîne wê hilbijartineke pêşwext bê rojevê"

Akademîsyen û parlamenterê berê yê Mûşê yê ANAPê Alaatîn Firat dide zanîn ku hilbijartina Stenbolê daye nîşan ku Kurd êdî di sîyaseta Tirkîyeyê da aktorekî girîng û dîyarker in.

Alaatîn Firat- parlamenterê berê, got:"Encamên hilbiajrtina Stenbolê ji bo hikûmeta Ak Partîyê bû derseke mezin. Îqtidar dît ku li Tirkîyeyê Kurd hene. Wê ji vir şûnve bi sîyaseteke nerm û germ mecbûr e bi Kurdan ra têkilî daynin. Heke ev têkilî çêneke wê

desthilata xwe winda bike. Serokkomar Erdogan çiqas bi Kurdan ra têkilî dideynand di her hilbijartinê da serfiraz dibû. Îja vê dawîyê bi faşist û Kemalîstan ra kar kir."

Pispor û şîrovekarên sîyasî destnîşan dikin ku serkeftina Ak Partî û Erdogan bi nasnameya reform û bicihanîna wehdan va girêdayîbû û partî çiqas ji reform û çareserkirina pirsa Kurdî dûr ket evqasa ber bi têkçûn û windayîyê ve diçe.