Tifaqa PAK û PSK: Em alternatîfa HDP û Ak Partî ne

Tifaqa Welatparêz û Demokrat radigihîne ku li deverên ku şaredarî werin bi dest xistin de dê zimanê Kurdî zimanê sereke be û dê her tiştê wan zelal be.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) di çarçoveya tifaqa welatparêz û demokrat de namzedên xwe yên 4 bajarên Bakurê Kurdistanê dan nasîn û danezana hilbijartinê jî ji raya giştî re aşkere kirin. Tifaqa Welatparêz û Demokrat radigihîne ku li deverên ku şaredarî werin bidestxistin de dê zimanê Kurdî zimanê sereke be û dê her tiştê wan zelal be.

Tifaqa Welatparêz û Demokrat ku ji Partiya Azadiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) pêk tê danezana hilbijartinê ji raya giştî re aşkere kir. Danezan ji aliyê Serokê PAKê Mûstafa Ozçelîk û Serokê PSKê Mesût Tek ve hat xwendin û hate amajekirin ku li deverên şaredarî werin bidestxistin de dê zimanê Kurdî bibe zimanê sereke. Tifaqa Welatparêz û Demokrat biryar da ku li 4 bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Mûş û Êlihê tevlî hilbijartinan bibe û namzed hatin danasîn. Namzedê Tifaqa Welatparêz û Demokrat ê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Saît Aydogmûş anî zimên ku ew ê heta 31ê Adarê hewil bidin ku bigihîjin hemû xelkê Diyarbekir.

Namzedê Tifaqa Welatparêz û Demokrat ê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Saît Aydogmûş ji K24ê re got: "Em divê ji derveyî PKKê aktorên Kurd û Kurdistanî derxin holê. Me ji ber vê yeke wê cesaret kir ku em di hilbijartinan de endamên serbixwe destnîşan bikin. "

Hevgirtiyên Tifaqa Welatparêz û Demokrat didin zanîn ji ber ku derfetên wan û yasayên Tirkiyeyê rê nedane, wan biryar daye tenê li 4 bajaran namzedan derbixin û her wiha li 7 navçeyan jî namzet hatine destnîşankirin. Namzedê Namzedê Tifaqa Welatparêz û Demokrat ê Şaredariya Mûşê Ahmet Zîver Çaki dibêje dê tifaqa wan li hember HDP û Ak Partiyê bibe alternatîfeke sêyem.

Namzedê Tifaqa Welatparêz û Demokrat ê Şaredariya Mûşê Ahmet Zîver Çaki got: "Gelek neheqî û nebaşî li Kurdan hat kirin. Ev ne tenê bi deste dewletê, bi deste kesên ku dibêjin em kurdin jî hat kirin. Kurd jî hezar sal in ku bindest in. Kêmasiyên gelek mezin hene. Bi izna xwedê ew kêmasî jî ji aliyê tifaqa welatparêz û demokrat ve dê were çareserkirin."

Aliyên Tifaqa Welatparêz û Demokrat ragihandin ku dê li Stenbolê piştgiriya namzetê serbixwe Mehmet Celal Baykara bikin û li deverên ku tifaqê namzed nîşan nedabe  jî dê piştgiriya namzedên nêzîkî xwe bibînin bikin.