Neteweyên Hevgirtî: Bo dabînkirina pêdivîyên penaberên Sûrî; me pêdivî bi 25 milyon Dolaran heye

Neteweyên Hevgirtî ragehand, wan pêwîstî bi 25 milyon Dolaran heye, bo dabînkirina pêdivîyên Zivistanê ji penaberên Sûrî re.

K24- Hewlêr

 Neteweyên Hevgirtî ragehand, wan pêwîstî bi 25 milyon Dolaran heye, bo dabînkirina pêdivîyên Zivistanê ji penaberên Sûrî re.

Cêgirê peyvdarê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Hevgirtî, Ferhan Heq agehand, li evê Zivistanê sê Milyon Sûrî pêwîstî bi alîkarîyan hene.  Neteweyî Hevgirtî jî pêdivî bi 25 milyon Dolaran heye bo dabînkirina wan pêdivîyên penaberan  di evê erza Zivistanê de.

Got jî:  Bi milyon kesên Sûrî bê elikitrîk û bû sope ne.  bi hezaran jî ji wan di navendên hewandina demkî dimînin û rewşa wan gelek xirabe û dijware.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, bi sedema baranêkampên awareyan li bakûra rojava û bakûrê rojhelata Suriya hevrûşî zîyanên mezin bûne.  Her li gor axivtinê wî 16 çadir Li Holê p parêzgeha Idlibê bi sedema baranê têkçûne.