Kalin: Hewl tên dan YPGê rewa bikin

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin Niha jî hewl tên dayîn ku PYD û YPGê wekî rêxistineke rewa û rêxistineke ji PKKê cuda ye nîşan bidin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin Niha jî hewl tên dayîn ku PYD û YPGê wekî rêxistineke rewa û rêxistineke ji PKKê cuda ye nîşan bidin.”

Piştî civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê, Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin got: “Artêşa me beriya çend rojan Kobanê topbaran kir. tê gotin ev êrişên me, têkoşîna li hember DAIŞ ya li devera Dêrazorê lawaz kiriye. Ev berûvajîkirina rojevê ye ku bergiriyên me ne astengkirina şerê DAIŞê ne.”

Kalin got jî: “Tirkiye piştevaniya şerê li dijî DAIŞ dike, lê Hevpeymaniya Navnetewî hevkarên şaş bo xwe dîtine. Her piştevaniyeke bo YPG, piştevaniya ji PKK re ye. Li Rojhelatê Firatê, em nahêlin terorîst bicîh bibin. ji bo me berjeweniyên me yên milî girîng in. Eger hevkarên me gav neavêjin, Emê bavêjin.”

Kalin ji bo Amerîkayê jî got, "Niha jî hewl didin ku PYD û YPGê wekî rêxistineke rewa ku têkiliya wê bi terorê re tune û rêxistineke ji PKKê cuda ye nîşan bidin.”

Ev daxuyaniya Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê piştî wê yekê tê, Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorê nabînin.

  

S. B