Tund û tujiya hember jinan dîsa di rojevê deye

Li Diyarbekirê piştî ku parêzereka jin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da tund û tujiya li hember jinan dîsa hat rojevê. Li gorî amaran 10 mehên pêşîn ên 2018ê de di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane. Dêrunnas û mafnas bang dikin ku hem yasa werin rêkupêkkirin û hem jî civak baş were perwerdekirin.

K24- Amed

Li Diyarbekirê piştî ku parêzereka jin ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da tund û tujiya li hember jinan dîsa hat rojevê. Li gorî amaran 10 mehên pêşîn ên 2018ê de di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane. Dêrunnas û mafnas bang dikin ku hem yasa werin rêkupêkkirin û hem jî civak baş were perwerdekirin.

Tûnd û tujiya li hember jinan gelek caran bi kuştinê encam dide û herî dawî jî li Diyarbekirê jinek a parêzer ji aliyê hevjînê xwe yê bijişk ve rastî êrîşeke çekdarî hat û 14 gulleyan hat kuştin. Vê yeke tund û tujiya li hember jinan careke din anî rojevê ku li gorî daneyan di sala 2018ê de li tevahiya Tirkiyeyê 440 jin bi deste meran hatine kuştin. Derbarê tundiya hember jinan de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê Asli Pasînlî amaje dike heta ku pergala darazê  û nêrînên civakî li ser parastina mêran berdewam be mixabin dê tundî jî berdewam be.

Asli Pasînlî-  seroka Navenda Mafên Jinan a baroya Diyarbekirê, dibêje:"Engizandina bo tawanan û ji ber tevgerên qenc kêmkirina sizayê di dozên kuştina jinan de wek pirsgirêkekê din ava yasayan de cih digire. Di buyera herî dawî de jî dibe ku dîsa ev hêman derkevin pêşiya me û sizayê kujerî were kêmkirin. Ji ber ku kujer dema bêje hevjîna min xiyanet bi min re kir dibe ku ji ber engizandina bo tawanan sizayê wî were kêmkirin. Divê ev yasa were guherîn."

Derbarê çavkaniya tund û tujiyê de dêrunnas destnîşan dikin ku hêmana herî girîng bihêrsbûn û bê kontroliya bihêrsbûnê ye. Dêrunnas Cevher Sonmez tîne zimên ku di tund u tujiyê de sedemên civakî, sedemên takekesî û sedemên çandî û dîrokî rol dilîzin.

Cevher Sonmez-dêrunnas, dibêje:" Di çavkaniya tund û tûjiyê de em dibînin ku bihêrsbûn heye. Kesên ku bihêrs dibin gelek caran nikarin hestên xwe kontrol bikin û tundî derdikeve holê. Dema ku mirov bihêrs dibin bila bifikirin gelo ez serî li tundiyê bidim paşê wê çi bibe, gelo wê pirsgirêkên min çareser bibin? Sedema sereke ya tundiya mêran a hember jinan jî xwekêmdîtina hember jinan e. Ev jî pirsgirêkek rojhilatanavîn e. Dîrokî ye û çandî ye. Divê em nifşên nû li hember vê pirsgirêkê perwerde bikin da k udi pêşketina dîrokê de ji holê rabe."

Dane didin zanîn ku di 13 salên dawîn de li Tirkiyeyê 5 hezar û 171 jin di encama tundiyê de hatine kuştin.Rêxistinên ku bo parastina mafên jinan hatine damezirandin bang dikin ku li Tirkiyeyê Wezareta Jin û Zarokan were avakirin û parastina mafên jin û zarokan ji aliyê vê wezaretê ve were şopandin, da k udi pêşîlêgirtina tundiya hember jin û zarokan de encam were bi dest xistin.