MSD: Emê careke din li gel rêjîmê bicivin

Berpirsekî Encûmena Sûrya Demokrat (MSD) ragihand, ku di demeke nêzîk de, ewê careke din seredana Şamê bikin û li gel berpirsên rêjîmê bicivin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsekî Encûmena Sûrya Demokrat (MSD) ragihand, ku di demeke nêzîk de, ewê careke din seredana Şamê bikin û li gel berpirsên rêjîmê bicivin.

Rojnameya El-Heyat ji ser zimanê berpirsekî Encûmena Sûrya Demokrat veguehistiye, ku ti pêşketin di danûstendinên wan yên li gel Hikûmeta Sûryê de çênebûne.
Bi gotina wî berpirsê MSDê ku nexwestibû navê wî bê eşkerekirin, di çend rojên dahatî de, wê Encûmena Sûrya Demokrat civîneke din li gel berpirsên Sûrî lidar bixe.

Herwiha berpirsê MSDê red kir, ku Hêzên Sûrya Demokrat di şerê kontrolkirina Idlibê de beşdar bibin û got: Li ser vê pirsê, ti hevrêzî di navbera me û Hikûmetê de çênebûye.

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê (ENKS) van civînên MSDê li gel rêjîmê red dike û dide xuyakirin, ku nûnerê ENKSê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî li gel nûnerên opozisyonê, li Cinêvê danûstendinan bi rêjîmê re dikin.

Li ser vê mijarê jî, berî niha serokê nûneratiya ENKSê li Hewlêrê (Nûrî Birîmo) ji K24ê re got: Ew tiştên di navbera MSDê, HSDê, PYDê û rêjîmê de dibin, ne danûstendinên, lê ew civînên emnî û istixbaratî ne.

Birîmo got jî: ENKSê bi çavdêrî û gerentiya navdewletî li Cinêvê danûstendinan bi rêjîmê re dike û ji mafên rewa yên gelê Kurd danakeve.

N.O