Aldar Xelîl: Em derbasbûna 32 km qebûl nakin

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yên TEV-Dem Aldar Xelîl ragehand, ku ew pêşwaziyê li rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê dikin, û ew dê daxuyaniyeke berfireh di vê derbarê de bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Aldar Xelîl radighîne ew derbasbûna 32 km qebûl nakin.

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yên TEV-Dem Aldar Xelîl ragehand, ku ew pêşwaziyê li rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê dikin, û ew dê daxuyaniyeke berfireh di vê derbarê de bidin.

 Aldar Xelîl got, ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan dixwaze kurahiya 32 km derbas bibe, û wan beriya niha jî, ev yek red kiriye. Herwiha Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şeban ragehand, ku rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê bakurê rojhilatê Sûriyê ne zelal e. Herwiha Şeban got, ku ev dever ne devera aram e û ew devereke dagîrkirî ye.

 

 

 

C.B