Wezîrê Pilandanînê yê Iraqê rola Serok Barzanî bilind dinirxîne

Serok Barzanî îro danê sibê li Pîrmam, pêşwazî li Wezîrê Pilandanînê yê Iraqê Nûrî Dilêmî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî îro danê sibê li Pîrmam, pêşwazî li Wezîrê Pilandanînê yê Iraqê Nûrî Dilêmî kir.

Di hevdîtinê de, wezîrê Iraqî behsa rola Serok Barzanî di qonaxên cur bi cur yên piroseya siyasî ya Iraqê de kir û ragihand, hewl û xebatên Serok Barzanî bo kûrkirina çandina pêkvejiyanê û berevanîkirin li mafên pêkhateyan, bi nirx û qîmet in.

Wezîrê Pilandanîna Iraqê behsa hewandina bi sedan hezar koçber û penaber ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî kir û spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.

Nûrî Dilêmî kêfxweş bû ku Serok Barzanî şîret li parlementer û nûnerên kurd li Bexdayê kiriye tenê berevanî li mafên gelê Kurdistanê nekin, di xema xelkê deverên din yên Iraqê jî bin, ji ber wê jî spasiya Barzanî kir.

Di civînê de behsa rewşa Iraqê û pilan û karnameya hikûmeta Iraqê bo pêşxistina parêzgehan û baştirkirina rewşa jiyana xelkê jî hat kirin.

 

S. B