Sûriyê dergehê di navbeyna navçeyên xwe û HSDyê de li Minbicê girt

Hikumeta Sûriyê li Minbicê dergehekê ku di navbeyna navçeyên xwe û HSD de ye girt.

K24- Hewlêr

Hikumeta Sûriyê li Minbicê dergehekê ku di navbeyna navçeyên xwe û HSD de ye girt.

Medya bi ser Opozisyona Sûriyê ve, ji zimanê Şervan Derwêş - peyvdarê Civata Minbic a Serbazî belavkiriye, ku hikumeta Sûriyê dergehê Tayha, yê di navbeyna navçeyên di destê wê û HSD de ye, li Minbic girtiye, bê ku sedema girtina wî dergehî eşkere bike.

Ligor ku hatî belavkirin, ew dergeh ji duhî, ji  demjimêr 11ê sibehê ve hatiye girtin. Heta niha jî, tu  zanyarî di derbarê dem a girtina wî dergehî de, ji aliyê hikumetê ve, ne hatiye eşkere kirin.

Dergehê Tayha li başûrê Minbic dikeve û rêyek giring e, ji bo  çûn û hatina sivîlan a Helebê û navçeyên din ên di destê hikumetê de.