Sedema gefên Amerîka li dijî Tirkiyê

Pêywendiyên Tirkye û Amerîkayê ber bi têkçûnê ve diçin. Li gorî nivîskar û akademsyenan eger Tirkiye dev ji kirîna S-400an bernede wê Amerîka gemaroyan karîger bike û ji xwe rewşa xirap ya siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyê wê hê xiraptir û aloztir bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêywendiyên Tirkye û Amerîkayê ber bi têkçûnê ve diçin. Li gorî nivîskar û akademsyenan eger Tirkiye dev ji kirîna S-400an bernede wê Amerîka gemaroyan karîger bike û ji xwe rewşa xirap ya siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyê wê hê xiraptir û aloztir bibe.

Ji roja ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kiriye heta niha di nava Tirkiye û Amerîkayê de rakêşiyan rû dane û kêm caran aramî pêk hatiye. Piştî nîqaşa li ser Rojava, vê carê jî pirsa S-400an bu sedema rakêşiyeke mezin. Li gorî akademisyen û nivîskar Erdogan Aydin Tirkiyê, di ser Sûriyê re gelek zor daye marja warên xwe yên tevgerînê ku li derveyî kapasîteya wê ye. Çi di nava Amerîka û Rûsyayê de, çi jî di warê rex dayîna rûdanên herêmê de, bi vê rewşa xirab ya aboriya xwe, pêywendiyên têkçûyî yên navdewletî û şikestî, Tirkiyê xwestiye warekî berfireh yê tevgerînê ava bike ji xwe re. Vê yeke jî hêrsa welatên serdest kişandiye ser xwe. Ew dibêje, ev xewnên Osmanî bûne sedem ku girêk peyda bibin digel şikestinan di pêywendiyên Tirkiyê yên bi Amerîka, NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê re.

Akademisyen û nivîskar Erdogan Aydin di vê derbarê de ji K24ê re got: "Kêşeya di nava Tirkiye û Amerîkayê de ji asta çareseriyê derbas bûye. Ew meseleya S-400an ji bo Emerîka û NATOyê, guherîna refê Tirkiyê tê xwendin. Di heman demê de hem li dijî Emerîka û hem jî li dijî Îsaralê wek berfirehkirina warên tevgerînê tê dîtin. Ev xwesteka Tirkiyê ya derbarê standina S-400an ne tiştekî wisa ye ku Emerîka, NATO û Îsraîl çavê xwe lê bigirin û tehamûlî vê yekê bikin. Tirkiye jî nikare gava xwe bi paş de biavêje. Lê di vê rewşa niha de teqez ew rê nîn e ku Emerîka Tirkiyê wek hêzekê qebûl bike di Rojhilata Navîn de."

Li gorî nîskara rojnameya Cumhuriyetê Şukran Soner jî Amerîka gefên giran li Tirkiyê dixwe. Lê divê li ser sedemên gefên gemaroyan jî baş bê fikirîn. Ew dibêje; dema hûn rabin ji dijminê Amerîkayê çekan bistînin pêwîst e hûn hisabê van gefan jî bikin.

Şukran Soner dibêje: “Gefên Amerîkayê ji bo Tirkiyê giran in. Lê divê şîfreyên wê yên dîrokî bêne xwendin. Min ne bawer e Amerîka wek li Iraqê kirî mudaxeleyî Tirkiyê bike. Lê ev gef û hêrsa Amerîkayê ne vala ye. Dema hûn ji dijminê wê çekan bistînin wê hingî gelek tiştên we jî bikevin bin metirsiyan. Ewropyayê dema çavê xwe berdabû Yugoslavyayê û ew der parçe kir, bi mebesta nehişitna qutbên li ser cîhanê bû. Îro Amerîka jî bi heman sedemê tevdigre, divê ev yek baş bê xwendin. Bi van gefan dibêje ez bi tenê heme, ji min pêştir kes ne xwediyê vê dinyayê.

Bi boçûna Erdogan Aydin û Şukran Soner Tirkiye bazareke berfireh û cografyayeke giring e û bandora têkîliyên hatine danîn jî hene ên di serdemên borî de. Ji loma jî ligel kêşeya S-400an wek li Iraqê, Sûriye, Libya û Yugoslavyayê kirî, Emerîka li dijî Tirkiyê siyasteke radîkal ya veqetînê naşopîne. Her car deriyekî vekirî dihêle ji Tirkiyê re. Belkî Emerîka wan gefên gemaroyan ên di warê S-400an de 15 rojek din jî bi paş bixe, lê belê di hurgiliyên sedemên gemaroyan de, eşkere tê dîtin ku Emerîka ji ser ya xwe venagere. Eger Tirkiye kirîna S-400 betal neke, wê Emerîka gemaroyan bide destpêkirin, ev yek jê re wek xeta sor e.