Tirkiye: Plana Operasyona rojhilatê Firatê amade ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Plana operasyona rojhilatê Firatê û Minbicê amade ye û ew dê şerê YPGyê bikin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar digel Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejahî Ûmît Dûndar çû ser sînorê Tirkiye û Suriyê, çavderî û lêkolînan kirin.
Hulusî Akar li ser sînor got, plana operasyona rojhilatê Firatê û Minbicê amade ye û amadekariyên wan jî, bi awayek xurt berdewam dikin. Operasyona rojilatê Firatê dê wekî operasyonên berê dê di dema xwe de were kirin û ew dê şerê YPGyê bikin.
C.B