Tirkiye: NATO em bi tenê hiştin

Hikûmeta Tirkiye radigihîne: NATO di şerê dijî HSDyê de Tirkiye bi tenê hiştiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiye radigihîne: NATO di şerê dijî HSDyê de Tirkiye bi tenê hiştiye.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ji Euronewsê re gotarek nivîsand û nerazîbûn li dijî NATOyê nîşan da. Akar dibêje, NATO di şerê dijî HSDyê de alîkariya wan nekiriye û Tirkiye bi tenê hiştiye. Ew neçar man e li Suriyê, bi serê xwe tevbigerin û operasyonê bikin. Lê Hevpeymanên wan ên di nava NATOyê de, operasyona wan a dijî HSDyê şermezar kirin e. Akar di dawiya nivîsa xwe de pabendbûna Tirkiyê bo NATOyê jî, diyar dike.

Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê ji alî gelek welatên endam ên NATO ve hate şermezar kirin û tê çaverêkirin pêwendiyên aloz di navbeyna Tirkiye û endamên din ên NATO de, di Lûtkeya destpêka meha bê li Londonê rû bidin.

 

 

C.B