68 parlemanter daxwaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
68 parlemanterên ji firaksiyonên cuda yên Parlemantoya Kurdistanê daxwaza serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin û ji bo wê mebestê jî pêşniyaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û serastkirina awayê hilbijartina Serok dikin, ta destûr tê pesendkirin.
68 parlemanteran pêşniyaza projeyasayek pêşkêşî Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kirin, ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin û awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bê serrastkirin heta pesendkirina destûrê û ew projeyasa bikeve bernameya karê Parlemantoya Kurdistanê ji bo guftûgo li ser bê kirin û bê pesendkirin.
Serokê Firaksiyona PDKê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de got: “Me wek Firaksiyona PDKê bi firaksiyonên din re pêşniyaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, 68 parlemanteran jî li ser wê îmze kirine.”
Herwiha got: “Awayê hilbijartina Serok û pirsa dabeşkirina desthilatên wî ku pêştir bo dezgehan hatibû dayîn, vedigere.”
S. B