Nûnerên federasyon û navendên Kurdistanî li Almanyayê civînek encamdan

Li ser banga komîteya damezrandina Diakurd nûnerên federasyon û navendên Kurdistanî li Almanyayê civînek hevpar li roja 14/7/2019 pêk anîn.

K24- Siegburg / Koln

Li ser banga komîteya damezrandina Diakurd nûnerên federasyon û navendên Kurdistanî li Almanyayê civînek hevpar li roja 14/7/2019 pêk anîn.

Civîn ji aliyê Civaka Kurd li Almanya û bi mêvandariya komeleya endamê wan li Siegburg hat rêkxistin. Beşdarên din yên civînê ji nûnerên Mala Ezdaî Kalkar, Bingeha Laleş li Ewropa, Navend ji bo lêkolînên Kurdî û Federasyona komelên Kurdistanî li Almanya pêk dihat.

Di civînê de hevkariya rêkxistinên Kurdistanî li Almanya, girêdana wan bi diaspora kurdî û pêwîstiya yekrêziya rêkxistinên kurdî, pirsên întegrasyonê û piştgîriya doza kurdî hat bas kirin. Beşdarên civînê hevfikir bûn li ser pêwîstiya hevkariya di navbera kurdên diaspora bi giştî û Almanya bi taybetî û girîngiya diaspora di pêşdeçûn û serkewtina armancên neteweyî. Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera rêkxistinên Kurdistanî li Almanya û peywendiya wan bi Diakurd re hevdîtin berdewam bin.