Serok Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî û şandekî El Minber kir
K24- Hewlêr
Roja çarşem 19.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî û Serokê Girdbûna Mînbera Iraqî û şandekî li gel kir ku ji endamên Komîteya Navendî ya Mînberê pêkhatibûn.
Li destpêka hevdîtinê de Eyad Elawî armancên Girdbûna Mînbera Iraqî ronahî kir û ragihand ku Mînber Girdbûneke berfireh ya kesayetiyên miyanrew û niştimanperwerane û kar ji bo ewe dike hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Iraqê wekhev bin.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Mînbera Iraqî pêzanînên xwe ji bo rola erênî û bi bandor ya Serok Barzanî derbirî û ragihand: Rola cenabê rêzdar li ser asta Iraq û Kurdistanê gelek bi bandor û berçave û niha jî ji bo parastina demokrasiya li Iraqê me hemûyan gelek zêdetir pêwîstî bi wê rola cenabê we heye.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser guftûgoya binyadner ya ji bo çareseriya hemû kêşeyan kirin.