Tirkiye: Rojên şanoya Kurdî hatin qedexe kirin

Li Tirkiyê Herêma Çukurova ya Bajarê Edene, rojên Şanoya Kurdî ji aliyê Parêzgeriya Bajêr ve hate qedexe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Herêma Çukurova ya Bajarê Edene, rojên Şanoya  Kurdî ji aliyê Parêzgeriya Bajêr ve hate qedexe kirin.

Li Tirkiyê Bajarê Edene ku, bi sed hezeran Kurd lê dijîn, rojên Şanoya  Kurdî ku ji alî HDPê  ve hatibû birêxistin kirin,  hate qedexe kirin.

Rojên Şanoya Kurdî ku biryar bû di rojên 10 heta 13 meha Sibatê  were saz kirin, Parêzgarê Edene qedexe kir.

Di Fermana Parêzgar de hate diyarkirin, ev cûre çalaki ji bo ewlekariya civaka me gef in, ji vo wê hatin qedexe kirin.

 

 

C.B