ENKS û Rêveberî ji bo yekrêziyê erênî ne!

Nûnerên Rêveberiya Xweser, herwiha yên Encûmana Niştîmanî ya Kurdî ji bo K24 tekez kirin, ku giftûgoyên wan bi hevûdu re berdewam in. Her dû alî jî, bi awayek ciddî gavan ji bo yekrêziyê davêjin

K24 – Kobanî

Di bin sernivîsa - banga parêzerên Kobanî ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriye, bi dehan nûnerên partiyên Kurdî û kesayetiyên serbixwe, di Navenda Yekîtiya Parêzaran de, komcivînek birêve birin.

Komcivîn bi destpêşxerî ya parêzaran hate lidarxistin, ku armanc ji wê ligor Komîteya Amedekar tekezî liser daxwaza civakê ji bo yekrêzî, herwiha nêzikirina partiyên siyasî bû,ji bo ku armanc bi zûtirîn dem, bê pêkanîn.

Komcivîna ku nêzî 3 demijmêran berdewam kir, tê de gelek mijar hatin nîqaş kirin. Bi taybet liser rewşa Kobanî, gefxwarina Tirkiyê û kêmasiya tevgera Kurdî. Herwiha gelek pêşniyar jî, ji bo yekrêziyê hatin pêşkêş kirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, herwiha yên Encûmana Niştîmanî ya Kurdî ji bo K24 tekez kirin, ku giftûgoyên wan bi hevûdu re berdewam in. Her dû alî jî, bi awayek ciddî gavan ji bo yekrêziyê davêjin.

 

 

C.B