Rûsya: Hevpeymanan komkûjî li rojhilatê Firatê encamdan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsya radighîne, Amerîka û hevalbendên xwe komkûjî li rojhelata Firatê encamdan e û divê berpirsyariya wê hilgirin.
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ew dixwazin ji nûnerên welatên rojavayî yên ku jiber rewşa niha ya Îdlibê dilgiran in bipirsin, jiber çi daxwaza lidarxistina civînên Civata Asayişa navdewletî ya di derbarê rewşa bakurê Rojhelatê Sûriyê de nakin, û ew amade ne, guh bidin zanyariyên derbarê kuştina welatiyên Sûrî yên sivîl ji encama êrîşên hêzên Hevpeymanan?
Zaxarova got jî, divê Amerîka û Hevalbendên wê, berpirsyariya komkûjiyên ku li wê navçeyê hatine kirin, li stûyê xwe hilgirin.
C.B