Grûpên çekdar navên rê û kolanên Efrînê diguhêrin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê dest bi proseya Erebkirina Efrînê kirine û navên rê û bazarên Efrînê diguhêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê dest bi proseya Erebkirina Efrînê kirine û navên rê û bazarên Efrînê diguhêrin.

Çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, grûpên çekdar navên rê, kolan û û bazarên Efrînê diguhêrin, ku navê çariyana Newroz kirine “Selahedîn el-Eyûbî” û navê çariyana Kawa jî bi “Xusin Zeytûn” û  çariyana Niştimanî bi “Çariyana Suheda” guhartine.

Di wê derbarê de, Serokê Rêxistina “MAF” ya Mafên Mirovan Ebdilbaqî Es'ed ji K24ê re ragihand, 5 rêxistinên mafên mirovan ên Kurdî ligel Komisyona Bilind a Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî re û Komîta Lêpirsînê ya Navdewletî ya Taybet bi Binpêkirinên mafên Mirovan li Sûriyê civiyan û lîste û belgeyên binpêkirinên mafên mirovan yên li Efrînê tên kirin radestî wan rêxistanan kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18ê Adara bûrî ve kontrol kirine û ta niha dizî û talankirina malên Kurdan û revandina xelkê Efrînê berdewam e, ji aliyekî din ve jî bi hezaran koçberên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê li mal û milkên Efrîniyan tên bicihkirin.

 

S. B