Qedrî Cemîl: Mafên Kurdan li Sûriyê çandî û medenî ne

Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand , mafên Kurdan li Sûriyê mafên çandî û medenî ne û divê ew maf di nav Sûriyan bi xwe de were çareserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand , mafên Kurdan li Sûriyê mafên çandî û medenî ne û divê ew maf di nav Sûriyan bi xwe de were çareserkirin.

Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl li Moskoyê ji K24 re ragihand, Divê destûra Sûriyê demokratî be û mafên welatîbûn û wekheviyê ji hemû welatiyên Sûriyê re li ber çav bigire. Dema bi cidî behs li gotûbêjkirina destûrê tê kirin, pirsgirêkeke cidî heye, ew jî sîstema navendî û nenavend ji navçeyan re ye. Nenavendî anku divê mafên navçeyan bên diyarkirin.

Qedrî Cemîl jî: Mafên Kurdan yên rewa û yên bi dirêjahiya dîrokê hatine xwarin, li Sûriyê çandî û medenî ne. Mafên medenî, nimûneya wê ew e, dema di serjimêriya awarte û şom a sala 1962an de hate kirin û di salên dawiyê de beşek mezin jê hat çareserkirin. Dimîne mijara yasayîkirina mafên çandî wek axaftin û fêrbûna zimanê dayikê û herwiha ragihandina bi zimanê dayikê, ev jî divê di navbera Sûriyan de bê gotûbêjkirin ji bo dîtina çareseriyê jê re.

Herwiha got: Di baweriya min de, pirsgirêka navçeyan li Sûriyê, wek herêmên Kurd lê dijîn û navçeyên Horan û Dêrezarê, ji encama kêmbûna girîngîpêdana navend û hikûmetê bi van navçeyan e, ku rêgir bû li pêş pêşketina û geşedana wan.

Qedrî Cemîl li ser pirsa Komîta Destûrê diyar kir, nerserketina danûstandin û civînên Komîteya Biçûk a Destûra Sûriyê li Cenêv, ji ber wê sedemê bû, ku rêjîma Sûriyê mercên siyasî danîbûn. Herweha opozîsyon jî ji ber hebûna mercên siyasî di bernameya kar de, ew gotûbêj red kir.

 

S. B