Navê Erdogan li meydaneke Efrînê tê kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam in bi guhartina navên rê, meydan û bazarên Efrînê. Îro navê Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li meydaneke Efrînê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam in bi guhartina navên rê, meydan û bazarên Efrînê. Îro navê Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li meydaneke Efrînê kirin.

Çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê navê meydana Seray ya Efrînê guhartin û kirin “Meydana Recep Teyip Eredogan”

Ev yek di demekê de ye, çend roj in grûpên çekdar navên rê, kolan û û bazarên Efrînê diguhêrin, ku navê çariyana Newroz kirine “Selahedîn el-Eyûbî” û navê çariyana Kawa jî bi “Xusin Zeytûn” û  çariyana Niştimanî bi “Çariyana Suheda” guhartine.

Ev proseya guhartina navên rê, kolan û meydanên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji aliyê welatiyên Efrînê ve li ser tûra civakî rastî nerazîbûneke tund tê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18ê Adara bûrî ve kontrol kirine û ta niha ji bilî dizî û talankirina malên Kurdan û revandina xelkê Efrînê. bi hezaran koçberên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê li mal û milkên Efrîniyan tên bicihkirin.

 

S. B