KCK: Mehmet Ocalan ligel Abdullah Ocalan hevdîtin pêkanî

Konseya Rêveber ya KCK'ê li ser hevdîtina bi rêberê xwe Abdullah Ocalan re, hatiye kirin, daxûyaniyeke nivîskî da ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Rêveber ya KCK'ê li ser hevdîtina bi rêberê xwe Abdullah Ocalan re, hatiye kirin, daxûyaniyeke nivîskî da û got: Dorpêç berdewam dike û ew dê bi vî şerê psikolojik ê desthilata AKP-MHP ê, neyên xepandin.

Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistan da zanîn: Li ser berxwedana Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û berxwedana gel, hevditin li gel serokê wan pêk hatiye.

Hevdîtina Mehmet Ocalan, wek destkeftek berxwedanê şîrove kirin û dan zanîn: Dorpêç berdewam dike û ew dê bi vî şerê psikolojik ê desthilata AKP-MHP ê, neyên xepandin.

KCK, dibêje: Ew dê dorpêçê bişkînin, faşizmê hilweşinin. Tirkiyeyek demokratik û Kurdistanek azad ava bikin.

Pêla çalakiyên wan ên girevên birçîbûnê, meş û çalakiyên cuda dê berfirehtir, berdewam bikin.

 

 

C.B