Tirkiye: Rewşa Awarte bidawî dibe, lê…

Serokomariya Tirkiyê ragehand, rewşa awarte 18'ê Tîrmehê bi fermî radibe lê eger gefeke mezin rû bide, hikûmeta dikare careke din rewşa awarte ragihîne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê ragehand, rewşa awarte 18'ê Tîrmehê bi fermî radibe lê eger gefeke mezin rû bide, hikûmeta dikare careke din rewşa awarte ragihîne. Îbrahîm Kalin got, di çarçoveya yasayan têkoşîna dijî terorê wê berdewam bike.

Îbrahîm Kalin - Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê got:

".. Şeva 18'ê Tîrmehê dema rewşa awarteya niha dawî dibe. Serokomar jî gotibû ewê neye dirêjkirin. Lê ev Pêvajo di têkoşîna dijî terorê ya hember FETO, PKK û DAIŞê de nabe sedemê lawaziyê divê gumana tu kesê nebe. Dema rewşa awarte rabe jî, di çarçoveya yasayên dijî terorê de, ev têkoşîn wê berdewam bike. Lê dema em bi gefeke awarte re rûbirû bimînin, wê demê dîsa rewşa awarte wê bê ragehandin."

 

 

 

C.B