Ahmet Davutoglu partiya xwe ya nû li Diyarbekirê dê rabigihîne
K24- Hewlêr
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu partiya xwe ya nû dê li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê rabigihîne:
Li gor ragihandina Beşa Tirkî ya Doçe Welleyê Ahmet Davutoglu partiyek nû ava dike û dê partiya xwe di fitarekê girseyî ya remazanê de, li Diyarbekirê rabigihîne. Davutoglu li bajarên wekî Batman, Diyarbekir, Çewlikê xebateke berfireh ya rêxistinî kiriye û armanc dike piştgiriya kurdên oldar werbigre.
Ji alîkî din ve Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacan jî dervayî Davutoglu partiyeke cûda ava dike û 35 parlementerên AK-Partiyê jî digel Alî Babacan in.