Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina doza Kurd ji bo aştiya navçeyê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li duyem roja Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Duhokê gotarek derbarê rewşa ewlehiya navçeyê pêşkêş kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li duyem roja Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî  Kurdistan li Duhokê gotarek derbarê rewşa ewlehiya navçeyê pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand,  “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne tenê ewlehî û pêwendiyên welatên navçeyê rastî qeyranê kirine, belkû li ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî bûne gef. Ewê li navçeyê rû dide, ji encama şaşîtiyeke kevin û nexşeya geopolîtîk ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem e, ku komek pirsgirêkên siyasî li navçeyê bî çareserî hiştin, ji wan jî doza Kurd e.”

Ragihand jî: “Doza Kurd, pirsgirêkeke mezin e û çareserkirina wê jî, beşeke girîng a aştiyê ye li navçeyê. Herwiha pirsgirêka pêkhateyên din jî ji piştî şer derketin. Ji bilî vê jî, nearamiya Rojhilata Navîn vedigere komek hokar, ku di salên paşîn de bûne sedema giriftên zêdetir li navşçeyê peyda bibin, ji wan jî têkçûna hevsengiyê li navçeyê. Piştî Buhara Erebî û rûxandina rêjîmê berê, rola hin welatan li navçeyê bi şûn ve çûn. Dewlet ketin rikberiyê û ev bûne sedema dirustbûna şerê bi wekalet û milmilaneyên navxweyî. Zemîne ji bo destêwedana serbazî ya navdewletî hat çêkirin. Herwiha bû sedema germbûna şer û kêmbûna derfetên miyanrewiyê, ji ber ku dewletan li şûna girtina rola miyanrew, bûne beşek ji şer.”

Herwiha got: “Wê yekê jî, mîkanîzma çareserkirina aştiyane bi yekcarê kêm kiriye. Nakokiyên mezhebî û nebûna keltura lêborîn û pêkvejiyanê jî, sedemên din in. Têgihîştina damargîrî ya mezhebî û baweriya tolhildana kevin, bûne zemîneyeke libar ku şer û milmilaneya li ser desthilatê li navçeyê germ bibin.”

Ragihand: “Teror li navçeyê û li cîhanê, gefeke sereke li ser aştî û ewlehiyê ye, riyên rûbirûbûna terorê jî pirsgirêkan dirust dike. Nebûne binemaya çaksaziya aborî, siyasî, perwerdeyî û civakî bo rûbirûbûna terorê û piştbestina bi riyên serbazî bo hişkirina jêderên terorê, bixwe pirsgirêk e û dibe hokar bo berhemanîna terorê.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Lawazî û şikestina siyasî û aborî, zor li sîstema hikumraniyê li navçeyê kiriye. Nebûna siyasta geşepêdanê û dêdadiya civakî, bûne sedema bêhêviya gelên navçeyê û bi taybet ji aliyê xortan ve. Ev hesta tirsnak, bûye jêdera nerazîbûnê û zemîneyek ku her dem serpêç bibin û raperin û bibe sedema bîrokeya tundrewiyê.”

Amaje bi wê jî kir, “Wek nimîne, li Iraqê li şûna firehiya siyasî, firehiya navenda desthilatê heye. Li şûna destûr û yasa baladest bin, grûp û baladestiya partî û çekdarî heye, encama wê jî îro dibînin.”

Ragihand: “Şerê li dijî DAIŞê, hevpeymaniyeke bihêz a navdewletî dirust kir, lê xwendina şaş a amajeyan û bîrokeya ku DAIŞ bidawî bûye, karê hevpeymaniyê xav kir û pirsgirêk germtir kirin. Di rastiyê de DAIŞ ne li rûyê kulturî û ferhengî, belkû li rûyê serbazî jî bidawî nebûye û ji navçe û cîhanê re metirsiyeke mezin e. Girifta sereke ew e, dixwazin li rûyê serbazî û meydanî, ne bi jihevtêgihîştin pirsgirêkan çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Bi baweriya me, take rê bo çareserkirina pirsgirêkan, danûstandin û çareseriyên siyasî ye. Ewê şer hev dikin, ji bo çareseriyê divê bi hev re rûnin. Nikolîkirin û zor, dawiyê bi ti pirsgirêkê nayîne û xelk ji daxwazên wan sar nake. Şer ti pirsgirêkekê çareser nake. Li dawiyê divê vegerin ser maseya guftûgoyê û bigihin rêkeftin û hevtêgihîştinê. Şer û xwebiçekirin, gelek budce û pereyên Rojhilata Navîn hedir kirine.”  

 

S. B