Efrîn.. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar 1300 darên zeytûnê hilkirin

Tawan û binpêkirinên mirovî yên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin li Efrînê roj bi roj zêdin, ji bilî revandina welatiyan bi hezaran darên zeytûnê hildikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tawan û binpêkirinên mirovî yên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin li Efrînê roj bi roj zêdin, ji bilî revandina welatiyan bi hezaran darên zeytûnê hildikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa El Hemzar a di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dike, bi hinceta avakariya dîwarê cudakirina Efrînê zêdetir ji 1300 darên zeytûnê li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa birîn û hilkirin.

Diyar kir jî, darên hatine birîn yên Silêman Cafer, Bekrî Cafer, Elî Cafer, Qedirî Silêman, Mûsa Silêman, Cuma Cimo, Husên Husên û Nasir Hesen in.

Demek e artêşa Tirkiyê dîwarekî cementoyî li navçeya Şêrewa ya Efrînê ava dike. Çalakvan û şopîner dibêjin, armanca avakirina vî dîwarî birîna Efrînê ji xaka Sûriyê ye.

Wê rêxistinê da zanîn jî, grûpa Lîwaya Mihemed El Fatih ji destpêka vê mehê ve 3 caran avêt ser gundê Ereba yê navçeya Mabeta û 12 kes revandin, di nava wan keçek jî hebû.

Navên wan wiha ne: Zekeriya Pehpo (cara duyem tê revandin), Mihemed Betal Cimkî, Ebdilrehman Beta Cimkî, Husên Betal Cimkî, Nesret Mihemed Intabî, Seîd Mihemed Cimkî, Mustefa Behcet Yûsif, Mihemednûr Xane, Reşîd Nûrî Hebeş, Elî Henîf Xelîl, Fîras Ezet Hebeş û keça bi navê Aras Mihemed Cimkî ne

Amaje bi wê yekê kir, Elî Henîf Xelîl û Fîras Ezet Hebeş piştî ku her yekî ji wan 150 hezar Lîreyên Sûrî dan, hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Li gundê Şîtka ya navçeya Mabeta jî, hêzên Tirkî 5 kes bi hinceta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, revandin.

Navên wan jî Celal Behrî Elîko, Şukrî Hesen Dawûd, Silêman Mihemed Dawûd, Tahir Ebdo Naso û Mustefa Hesen Yasîn in.

Grûpên çekdar ji 10 rojan ve ne li gundên navçeya Mabeta bi malan de digirin, ji bilî pişknînê û dizîna pere, zêr û kelûpelên gundiyan, hejmareke mezin ji welatiyan revandine.

 

S. B