PSK bang ji bo azadkirina kesên binaçavkirî dike

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) derbarê binçavkirinên li hember endamên HDPê û saziyên nêzîkî partiyê de bi daxuyaniyekê ragihand.

K24 – Diyarbekir

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) derbarê binçavkirinên li hember endamên HDPê û saziyên nêzîkî partiyê de bi daxuyaniyekê ragihand, PSK wan binçavkirinan protesto dike û divê demildest binçavkirî serbest werin berdan û rê li ber qada yasayî ya siyasetê neye girtin.

Piştî ku li 9 bajaran bi ser malên endamên HDPê hatin girtin û piraniya wan endamê HDPê 90 kes hatin binçavkirin, ev yek ji aliyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ve rastî nerazîbûnê hat.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîsîkî ragihand ku PSK wan binçavkirinan protesto dike û divê rê li ber qada yasayî ya siyasetê neye girtin.

Di daxuyaniyê tê gotin, piştî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî HDPê, ev operasyon rû dane û ev kiryar dê rê li ber kûrbûna tundûtûjiyê vekin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê demildest binçavkirî serbest werin berdan û dawî li kiryarên binpêkirina mafên mirovan werin anîn.

 

S. B